Nivîsar

Wergerê xelata Nobelê pişgirî da zîndaniyên Diyarbekirê

 Xelata Nobele a 2011 niviskarê Swêdî  Tomas  Tranströmer wergirt. Tranströmer helbestvaneke  bi nav û deng e û 80 saliye.

Roja perseme wergerê Nobele pistgirî da zindaniyen ku ji bo dawa kurdî an jî zimanê kurdî hatine girtin. Tranströmer pirtuken xwe yên ku hatin wergerandin ji bo ingilizî ji bo Muharrem Erbey û Ragip Zarakolu imze kir û li ser daxawaza. Ji bo ku zindanî swêdî nizanin dibe kû ingilizî rehat tir be. Muharrem Erbey ji sala 2009 de li zindana Diyarbekir de ye û ji ber ku parastina xwe dixawze bi kurdî bike her car mikrofon têne girtin. Zarakolu berî çar meh ji ber nivisên xwe ku rexne li Tirkiye digre hat girtin.

 

Tranströmer ji ber newxesine nikare axaftin bike lê bi riya xanima xwe wiha got di dema îmzekirinê de:
 “Ez dixwazim pistgirî bidim ew kesên ku di zindane de li Tirkiye. Ez hêvîdkim di nezîk de Muharrem Erbey û Ragip Zarakolu rojek zûtir azad bibin û werin Swêd û bibin mêvane min.”
 
Ji bili Tomas Tranströmer  niviskarê kurd Kurdo Baksi û niviskarê swedi-cuhi Hedi Frid jî pirtukên xwe bi ingilizî imze kirin û bi pirtuken Tranströmer re jibo Erbey û Zarakolu re şandin.

 

Rojevakurd

Back to top button