Civak

Wêneyê bi salan bala bi hezaran kesan kişandî

Sala 1995ê vî wêneyê pir bi wate bala bi hezaran xwendevan û bîneran kişand û çendîn sal wek sembola zarokê karker hat dîtin. Ferîd niha 23 salî ye û beşa aboriyê qedandiye, lê ya herî balkêş jî her li ser firotina dendikên gulên berbiroj berdewam e.

Ev wêneyê ku ligel raportê hatiye weşandin yê Ferîd Nadir e, di wêneyê yekem de 5 salî  û di yê duyem de 23 salî ye. Wêneyê 5 salî dema dendikan difroşe hatiye kişandin. Herwiha ji hemûyî jî balkêştir ew e lingê xwe avêtine ser hev, mirov di çavê de dibîne ku hewldan kiriye wek bingeh heta bigihe armanca xwe. Wêneyê duyem jî kurekî ciwan nîşan dide ku cilên qedandina peymangehê li xwe kirine. Ferîd ji Basnewsê re got: ‘’Min zaroktiya xwe bi hejarî derbas kir û heta niha li ser karê xwe berdewam im.’’

Niha dikaneke sade ya Ferîd li nehya Pîrmam heye û venaşêre ku gelek bîreweriyên wî ligel wêneyê zaroktiyê hene. Ferîd ku sala borî li Peymangeha Teknîkî ya Şeqlawe Beşa Kargêrî qedand, got: ‘’Jiyana hejarî hemû karek bi min da kirin daku hevkariya malbata xwe bikim, herwiha bikaribim xwendina xwe biqedînim.’’

Derbarê wêneyê xwe yê zaroktî de jî Ferîd wiha axifî: ‘’Ew wêneyê min di temenê 5 salî de li nav bazara Selahedîn-Pîrmam ji aliyê wênegir Ferhad ve hatiye girtin ku min dendikên gulên berbiroj difirotin. Piştre jî min her texsîr nekir daku pereyên helal ji malbata xwe re peyda bikim. Lewra qet ji bo min ne şerm bû ku hemû karekî bikim, wek sîwax, dikandarî û çend karên din.’’

Ferîd wek mînaka ciwanekî kurd ê serbilind kar kiriye daku bikaribe xwe li ser piyan bigire û hevkariya malbata xwe jî bike. Ferîd gazinan ji hikûmeta Kurdistanê jî dike û wiha dibêje: ‘’Piştî qedandina peymangehê min formê damezrandinê tejî kir lê heta niha navê min nehatiye bo bêm damezrandin li daîreyekê.’’

 

Ferîd axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ji zarokatiyê ve hêvîya min ew bû xwendina xwe biqedînim û li cihekî werim damezrandin, meaşekî wergirim û dest bi jiyaneke din bikim, lê heta niha ew hêviya min nahetiye cih û niha jî her kasibiyê dikim, lê kêfxweş im ku min dîplomaya xwe wergirt.’’

Back to top button