Polîtîk

Fransa dê alîkariya hevrikên Sûriyê bike

François Hollande Serokê Fransayê sozê da hevrikê (opozisyona) Sûriyê ku alikariya mirovî pêşkêşî wan bike û piştgirtiya pirsa derbarê sazkirina helqeya taybet ya ji bo gihîştina vê alîkariyê bike. 

Hollande piştî gotûbêjên bi rêberên Koalîsyona Netewî ya Hêzên Opozisyon û Şoreşa Sûriyê (KNHOŞS) re ragihand, ku Fransa amadeye alîkariya mirovî û siyasî pêşkêşî opozisyonê bike. Lê belê François Hollande behsa alîkariya leşkerî nekir.

François Hollande di bersîva li ser pirsa derbarê destêwerdana leşkerî de got, ku emê zexta siyasî de berdewam bikin. Zexta leşkerî jî karê opozisyonê ye.

Back to top button