Polîtîk

Wekila Şaredarê Beykozê Gurzel tevlî AKPê bû

Cîgira Şaredarê Beykozê Özlem Vural Gürzel tevlî AKPê bû.

Gürzel di 9ê Îlonê de îstifaya xwe ji CHPê ragihandibû.

Di gotarekê de li Navenda Kongreyê ya Haliç, Serokomarê Tirkiye Erdogan derbarê beşdarbûna Gürzelê de got, “Em kêfxweş in ku ew tevlî malbata AK Partiyê bûye.”

Erdogan got, “Em ê mil bi mil bisekinin da ku ewran bêkêriyê yên ku wekî kabûsek li ser Stenbolê daketine, ji holê rakin.”

Gürzel di heman merasîmê de axivî û got, “Malbata min a nû, gelek spas ji bo pêşwaziya germ.”

Ozlem Vural di CHPê de dest siyasetê kiriye, gelek berpirsiyarî wergirtine ser milê xwe. Piştî serokê şeradariya Beykoz a Stanbulê ji kar hate dûrxistin, Vural dewsa wî de wek wekila serokê şeredariya Beykozê bi dengên endamên CHPê hatibû hilbijartin.

Back to top button