Wezîrê Dadê yê Tirkiye sadullah Ergîn di bernameyek kanala televizyona NTV a Tirkî de ama de bû. Ergîn di derbarê rewşa Abdullah Ocalan û pêvajoya ku îro heyî hinek daxuyaniyên balkêş ragihandin.

Ergin di beşek axavtina xwe de got:Îro gelek rexne li hevdîtinên Oslo têne kirin. Lê rastî ev yek bi tu awayî alîkariya çereseriyê nake. Divê Ocalan jî tevlî pêvajoya çareseriyê bibe.

Herweha di derbarê rewşa Ocalan de Ergin got: Ocalan li gel malbata xwe hevdîtina dike. Ew û malbata xwe hev dibînin. Lê Ocalan naxwaze li gel parêzerên xwe hevdîtina bike. Yanî ew bi xwe naxwaze wan bibîne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: