Serokê Emerîka Barak Obama civîna giştî ya di Neteweyên Yekgirtî de axavtinek kir. Obama di axvtina xwe de da xuyakirin ku, ji bo êş û zordari dawî bibe dive rejima Esad têkherê.
Obama li ser rewşa Rojhilata Navîn û bûyerên dawî axaivî û behsa bûyera Bîngazî û kuştina balyozê Emerîka kir.
Di derbarê pirsa Suriye de jî Obamma behsa Esad kir û got: Nabê pêşeroj ji bo diktatorekî be ku gelê xwe bikuje. Eger îro di cîhanê de sedemê xwepêşandana û protestoya hebê dive ew kes bên protesto kirin yên wek rejima Suriye ku îşkencê li zarokan dike û malan dikin armanca roketan.
Obama di axavtina xwe ya derbarê Suriye de got:Divê Suriyek nû de zarok ji hukumeta xwe netirsin, Sune û alewî, kurd, û mesîhî û hemû xelkên suriye xwedî gotin bin.
Obama got ku, ez bawerim di vizyona Suriye ya nû de dive hemi kes xwedî gotin bin. Divê cîhan li gel wan be. Ew xwedî wê hêza meşru ne.
Di derbarê bernama atomî ya Îranê jî Obama got: Em dixwazin pirsa Îranê bi rêya dîplomasiyê bê çareser kirin.Lê demê me gelek kin e.