Civak
Wan du werzên salê bi hevre dijî

Li Wanê, di meha Gulanê de du werzên cuda di heman demê de têne jiyîn. Her çend hewldanên paqijkirina berfê li deverên bilind ên bajêr berdewam dikin jî, kulîlkên rengîn ên ku li navenda bajêr vedibin hatina biharê nîşan didin.
Wan, bajarekî ku di her werzê de xwedî bedewiyeke bêhempa ye, di hefteya yekem a meha Gulanê de di heman demê de du werzan dijî.

Dema ku li ser rêya Van-Miksê darên berfê vedibin, li navçeya Westanê Guldexwîn(Şîlêr) mizgînîya hatina biharê didin. Li Girava Aexdemarê darên behîva vedibin, li Derbenda Karabetê, ku 100 kîlometre dûrî navenda bajêr e, bilindbûna metreyan ya berfê wêneya zivistanê tînin bîra mirov.



