Cîhan

Vekirina akademiya swêdî bo perwerdekirina ciwanên kurd

Duhî bo cara yekemîn akademiya swêdî ya ji bo perwerde û rahênanê li Herêma Kurdistanê hat vekirin û wê di nava 4 salan de, 3 hezar welatiyan fêrî pîşeyên cûr be cûr bike.

Li gor Rûdawê, Merasîma vekirina akademiya Swêdî li taxa Ronakî ya Hewlêrê hat birêvebirin. Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Asos Necîb di merasîmê de diyar kir ku vekirina akademiya Swêdî ya ji bo perwerde û rahênanê piştî wê yekê tê ku sala borî wezareta me yadaştek jihevtêgihiştinê ligel kompaniya Skanya ya Swêdî û rêxistina Unido ji bo perwerdekirin û pêşvebirina karîna mirovî ya li Herêma Kurdistanê îmzekiribû.

Asos Necîb di berdewama axaftinên xwe de got: “Akademiya Swêdî ji bo perwerde û rahênanê, li Herêma Kurdistanê 5 milyon dolarê Amerîkî jêre hatiye veqetandin û dema peymanê jî 4 sale. Piştre wê teslîmî wezareta karûbarên civakî bê kirin ku ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve ji bo pêşvebirina di warê pîşesazî û bazirganiyê de hatiye encamdayîn.” Wezîra karûbarên civakî got: “Di nava 4 salan de dikare 3 hezar ciwan û welatiyên Herêma Kurdistanê fêrî pîşeyên cûda cûda bike.”

Piştre jî wezîra bazirganiyê ya Swêdê Ewa Björling axivî û got: “Hikûmeta Swêdê piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji bo di warê perwerde û rahênanê de welatiyên vê herêmê fêrî kar bikin.”

Björling got: “Vekirina vê akademiyê baldariyekî vekiriye ku Swêd xebatê ji bo bihêzkirina peywendiyên di warê bazariganî, pîşesazî û hwd… de ligel Herêma Kurdistanê dike.”

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî beşdarî merasîma vekirina akademiyê bû û ji bo ciwanên Kurdistanê fêrî pîşesazî û pîşeyên din bibe wekî pêngavekî giring nirxand. Hadî got: “Herwiha wê bibe pêngavekî giring a ji bo nehiştina bê kariyê ya di nava ciwanên Herêma Kurdistanê de. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demên borî de ji bo vê yekê gelek pêngav avêtine û ji bo diyardeya bêkariyê nemêne.”

Back to top button