Vegerandina milkê giştî dest pê kir
Serokê Lijneya Vegerandina Milkê Giştî bo hikûmetê li bajarê Hewlêrê dadwer Umêd Muhsîn ji Rûdawê re diyar kir, ew milkên giştî yên li ba hizib û hevwelatiyan ku sîfetê giştî ji dest dane hikûmet dikare bi rêya wan bi kirê bide yan jî bifroşe wan û got: ‘’Çend kes amade bûne milkên giştî teslîm bikin.’’
Civata wezîran a hikûmeta herêma Kurdistanê 27ê Sibata 2011ê biryar da hemû ew milkên giştî yên ji aliyê hizib û hevwelatiyan ve hatine dagîrkirin bo hikhûmetê bên vegerandin û bo wê mebestê jî biryar da 4 lijneyan li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerûk/Germiyan bi serpereştiya dadwerekî pêk bîne.
Daxwaz ji hemû wezaretan jî kiriye ku di demeke maqûl de jimareya milkên xwe yên dagîrkirî bikin. Di vê derbarê de serokê Lijneya Hewlêrê dadwer Umêd Muhsîn wiha axifî: ‘’Di hundirê mehekê de emê hemû hizban agahdar bikin ku jimara wan milkan ji me re bişînin, ku milkên giştî ne û ew bikar tînin.
Herwiha em tenê pişta xwe bi wan jimaran ve girênadin ku ji aliyê wezaretan ve tên amadekirin, Em ê bi xwe jî derbarê milkên giştî yên dagîrkirî de lêkolînê bikin, ji ber dibe ku hinek wezaret çavê xwe ji milkên dagîrkirî re bigrin, yan hizib amade nebin bibêjin ku milkên hikûmetê dagîr kirine.’’
Lijneya Hewlêrê ku di 31ê Adara 2011ê de biryara pêkanîna wê hat dayîn, niha dest bi karê xwe kiriye.