Sibê serokên her sê partiyên opozisyon, ji bo nirxandina rewşa aloza herêma Kurdistanê û yekalîkirina helwestê nû yê opozisyonê li hember desthilatê,  bicivin.

Ebdulsitar Mecîd endamê poîtbûroya Komela Îslamî li dor civîna sibê ji çapemeniyê re got: ”Biryare sibê her yek ji Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Horan, Selahedîn Bihaedîn emîndarê giştiyê Yekgirtuya Îsalmiya Kurdistanê û Elî Bapîr emîrê Komela Îsalmî bicivin.”
Mecîd got ku dê serokên aliyên opozisyon di civênê de helwestê xwe bo qonaxa bihêt yek bikin û behsa encamên civînên xwe yên cihê yên bi PDK û YNKê re nixînin.

Eendamê poîtbûroya Komela Îslamî ew yek jî got ku beriya mehekê her sê partiyên opozisyon, Goran, Yekgirtu û Komel, ji bo encamdan çaksaziyê (reform) li herêma Kurdistanê pirojekeî 22 xalî pêşkeşî hikûmeta herêma Kurdistanê kir bû û daxaz ji desthilatê kir bû ku dinava mehekê de bersivê bidin, lê ev mehek derbas bû û hêşta desthilatê bersiv nedaye. Ev mesele dê di civîna sêalî de bê minaqeşekirin û birayreke bidin.

Weke têzanîn çend roj berê de PDK û YNK digel her sê partiyên opozosyon civiya bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: