Weqfa Rêxistinên Hevkarîya Kurd li Hollanda

Weqfa Rêxistinên Hevkarîya Kurd li Hollanda

1 Nîsan 2011
Daxwîyanîya çapemenîyê

Îxbara bomba derewîn kîryarek tirsonekî ye

Çalakîya qedandina hefteya Newrozê li Den Haag, bi xemgînî bi dawîbû. Hozanê Kurd yê bi navûdeng Şivan Perwer, di 27 Adarê de , ji ber provakasyon û îxbara bombeya derewîn nikarîbû derkeve sahnê. Weqfa MOOI û Weqfa Rêxistinên Hevkarîya Kurd, ji ber vê kiryarê gelek xemgînin. Lê gelek helwestên piştgirîyê, hêz dide van rêxistinan ku sala pêşîya me dîsa cejna Newrozê bi awakî coş pîrozbike.

Weqfa Rêxistinên Hevkarîya Kurd li Hollanda (KSO), bi hevkarîya MCI ku beşekî weqfa MOOI ye, di navbêna rojên 20 – 27 Adarê de li Den Haag`ê festîwala Newrozê pîrozkirin. KSO, avahîyek ku ji heft komeleyên Kurd yên li Den Haag`ê hêzên xwe kirine yek pêktê.

Ev çalakîya hefteyî ya Newrozê ya sisêya ye ku li darket, bi şahî û pêşandanên muzîk, folklor, şano û çalakîyên çandî yên din beşdarvanan kêfxweşkir. Ev çalakî, li derên cuda pêkhatin. Ji bo dawîanîna hefteya festîvala Newrozê, me şahîyek giştî amadekiribû. Ji bo vê şahîyê me gazî hunermendên Kurd yên bi navûdeng Şivan Perwer, Hozan Fatê, Dilşad Zaxoyî û Nîyaz Şayda kiribû.

Temamê çalakîyên me, bi awakî serkeftî û coş derbasbûn. Di 27 Adarê de jî şeva me bi atmosferek xweş destpêkir. Mixabin ev atmosfera xweş hat xerakirin. Komek mirov ku xwe wek alîgirên PKK dan naskirin, hatin devê derî û gotin: “Çi dibe bila bibe, bi her awayî em nahêlin Şivan Perwer derkeve sahnê!” lê em jî bi bîryarbûn ku Şivan derxin sahnê.

Di van demên dawîn de, di çapemenîyê de li ser Şivan nîqaşek hebû: Şivan bi cîgirê Serok Wezîrê Tirkîye re hevdîtînek pêkanîbû. Tê gotin ku Şivan bi hunermendên Tirk, Tarkan yan Sezen Aksû re konserekê bide. Terefni bi van helwestên Şivan nerazîne û acizîya xwe dîyarkirin.

Rêvebirîya Newrozê, baldikişînin ku li Hollanda azadîya ramanê, mafekî gelek girîng e. Loma jî pêwîst dîtin ku ev konser çêbibe.

Ev 35 salin ku Şivan Perwer li dervî welat dijî. Di van salan de, bi stranên xwe Kurd şîyarkirîye û bi muzîka xwe çanda Kurd di rojevê de hîştîye. Gelek Kurd bi stranên wî mezinbûne û stranên wî ji bo wan gelek bi wate ye. Ji ber vê rola wî ya girîng ji bo civata Kurd bûye sembol û li Ewropa bûye elçîyê çanda Kurd. Bi vê sebebê girîng bû ku ji bo konsera 27 Adarê em bangî Şivan bikin.

Tevlî provokasyona koma mirovên ku li derve sekinîbûn ku dixwestin şerderxin jî bi serneketin. Bi bawerîya me, armanca wan ew bû ku dixwestin bi vê rêyê atmosfera şevê xerabikin. Dema ku wê Şivan derketa sahnê, yekîneyek polîs hatin salonê û gotin: “Me ji bo vê salonê îxbara bombekê sitendîye, divê salon valabibe!”

Em gelek li berketin ku ev îxbara derewîn hatîyekirin. Em vêya kiryarek tirsonek dibînin ku vê şahîya Kurdî hat xerakirin.

Piştî ku beşdarên şevê ji salonê hatin derxistin, bi sedan kes li dervî salonê bi def û zurne govend girtin û ji devê salonê neçûn. Organîza şevê Şivan anîn cem beşdarên şevê yên li derve sekinîbûn. Şivan ji beşdarvanan re axaftinek kir; piştre merşa Herne Pêş, Ey Reqîp û Kîne Em got û beşdarên şevê belavbûn.

Em dibînin ku gelek kesên Kurd û Hollandî vê kiryara newêrek şermezardikin. Di van rojên dawîn de gelek kesan piştgirîya xwe ji me re dîyarkirin. Em ji wan re sipas dikin. Kesnî ku ji me re piştgirî rêdane û ji bo vê kiryara rexnekirine, hatine tehdîtkirin. Em vê mentalîtê şermezar dikin û divê bêzanîn ku van kiryarana me ji çalakîyên me venagerîne.

Komîta Rêvebir ya KSO

 

 

Nerîna min :