Vê jina nijadperest şermezar bikin
Li Tirkiye gelek caran helwesta hinek peyamnêrên kanalên Televizyona yan jî kesên bernameyên civakî çêdikin balkêşe. Piraniya caran helwesta wan cehaleta wan û rastiya xwe de aliyên wan yên nijadpersertî dide xûyakirin.
Muge Anli di kanala televizyona ATVê de bernameyek civakî çêdike. Gelek kes carê bi rêya telefonê tevlî bernameya wê dibin. Di bernameyekî de jinek ji Siverekê tevlî bernameyê bû. Lê vê jinê zimanê Tirkî ne dizaniya û bi Kurdiya Dimilî(Zazakî) xeber da. Anli gelekî aciz bû û got, “ ev çi diaxive bi zimanekî xeber dide ku ne mimkine mirov jê fam bike. “ Dengê vê jinê qut bikin û ji bernemeyê derêxên.
Gelek cara ev bûyerên bi vî awayî çêdibin.Dema erdhêja Wanê de jî heman jinê gelek tiştên xirab gotibûn.Di bingehê xwe de ev nijadperestin û divê di aliyê civakî de kurd bikaribin li himber van nijadperstan xwedî helwestbin.
Herdemî li himber van insanên Faşîst mirov dikare van kesayetan protesto bike, di medya civakî de behsa pîsîtiya wan bike. Mixabin li Tirkiya gelek insan behsa mafê mirovan dikin, behsa edaletê û wekheviyê dikin behsa demokrasiyê dikin, lê dema behs dibe behsa kurda rûyê wan yê rast derdikeve holê û pîs dibin û nijadpersetî ji devê wan dibare û bi awayek xirab behsa kurda dikin.
Ev yek li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pirsgirêkek gelek mezina civakiye. Lê divê ji berî her tiştekî kurd li xwe xwedî derkevin, li nasnama xwe û kesayeta xwe ya netewî xwedî derkevin. Diviya bi milyona mesaj an ev jina devlîxwîn bihata şermezar kirin, bernameyên wan bêne boykot kirin.