Polîtîk

Hêzên rejima Suriye ketin nav bajarokê Dirbêsiyê

Di çarçoveya rêkeftinan de, hêzên Artêşa Sûriyê gihîştin nav bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê Tirkiyê.

Li gor zanayriyên Rûdawê, karwana hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî nav bajarokê Dirbêsiyê ku dikeve rojhilatê bajarê Serê Kaniyê bûn

Rûdawê dîmenên vîdyoyî yên çûna hêzên artêşa Sûriyê bo nav bajarê Dirbêsiyê jî bi dest xist

Derbasbûna wan hêzan bo nav bajarê Dirbêsiyê, di çarçoveya rêkeftina navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de ye, ku 4 rojan piştî êrîşa Tirkiyê û 29 girûpên çekdar yên radîkal bo ser Rojavayê Kurdistanê ew rêkeftin hatibû kirin.

Niha hêzên hikûmeta Sûriyê, li Dirbêsiyê, Minbic, Tebqa, Reqa û Til Temirê belav bûne. Hikûmeta Sûriyê herwiha ji berê ve di nava herdu bajarên Qamişlo û Hesekê de jî hêzên wê hene.

 

Back to top button