Vatîkanek li Rojhilata Navîn ANKAWA
Salane li bajarê Hewlêrê û bi taybetî bajaroka Ankawa bi helkefta cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh û serê sala nû bi taybetî bi Dara Krîsmes ku ev dar remz û hêmayekî zêde girînge ji bo vê cejnê ji ber ku remza berdewambûna jiyan û bexşîn û berxwedanê ye.
Her wiha ew glop û ronahiyên reng bi reng ku li vê cejnê de têne bikaranîn hêmaya bi hêzbûna ronahî û zalbûna li ser tarîtî û sîtemê daye.
Li vê cejnê de li her heft dêrên Ankawa (Mar Yusuf, Mar Gurgîs, Mar Yuhanna, Mart Şemûnî, Mar Îliya, Umuninûr, Umulme’ûne) de cejn bi amadebûna dehan hezar mesîhiyan birêve diçe.
Li avahiya Babîlona li Ankawa heta heftiyek karnaval û cejn birêve diçin.
Lîjneya emniya parêzgeha Hewlêrê û Lîjneya Emniya Bajaroka Ankawa bi vê helkeftê salane bernameyekî emnî datînin ji bo dabînkirina emin û asayîşa rojên cejin.
Bi vê helkeftê malbatên bajaroka Ankawa serdana hevdû dikin û pîrozbahiyên cejin li hevdû dikin û dibêjin BIRÎXA ÊDUXIN.