Cîhan

Vatîkan silavên xwe gihandin Kurdistanê

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybet yê Papaya Vatîkan û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de heyeta mêwan silavên Papayê gehande Serokwezîrê Kurdistanê û li ser navê Papa spasiya hikûmet û gelê Kurd kir ku bi awayekî baş hevkariya welatiyên Mesîhî kirine ku jiber terorîstên DAIŞê berê xwe dane Kurdistanê.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku “parastina tevahiya wan aware û welatiyên ku ji beşên din yên Iraqê jiber gefên teror û metirsiya terorê hatine Kurdistanê erkê hikûmeta Kurdistanê ye û hikûmeta Kurdistanê jî heta niha li gor karîn û derfetên xwe bêyî cudatî hevkariya tevahiya wan awareyan kiriye ku berê xwe dane Kurdistanê lê mixabin jiber zêde bûna hijmara awareyan hikûmeta Kurdistanê nikare weke pêwîst hevkariyeke baş pêşkêşî wan bike lewre lazime hikûmeta Iraqê û civaka cîhanî jî di vê warî de erkên xwe cîhbicîh bikin û hevkariya wan awareyan bikin.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: “Welatiyên Mesîhî, Êzdî û tevahiya wan pêkhatên dion yên ku jiber gefên teror û terorîstan aware bûna pêdiviya wan bi vê yekê heye ku netenê bi gotin belku di piratîkê de jî li hember terorîstan werin parastin, jiber ku terorîst tevahiya wan kiriye armanca êrîşên xwe û cêyên pîroz ên olî yên wan diteqîne.”

DAIŞê arteşeke terorîstiye ku li seraserê cîhanê de endamên xwe hene û li her derê cîhanê terorîst hatine Îraqê û kiriyarên terorîstî encam didin lewre lazime civaka cîhanî jî li dijî DIŞIê hevkariya hikûmeta Kurdistan û Îraqê bike.

Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku pêwîste mikanîzmeke parastinê ya navnetewî bo parastina şîniyên deşta Neynewayê ya li hember terorîstên DAIŞê wer damezrandin û ji bo vê yekê dibe tevahiya kanalên heyî werin bikaranîn daku mekanîzemke bi vê rengî were damezrandin û şîniyên deverê jî ji gefên teror û terorîstan biparêze.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de heyeta mêwan daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê kir daku çareseriyek ji bo kêşeyên wan Xwendekaran yên ku aware bûne bibîne daku bikaribin li Kurdistanê de xwendina xwe bidomînin û herwiha lazime cêyek jî were destnîşan kirin bo bicîh kirina wan awareyan.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê rezamendiya xwe ya li ser ew her du daxwazên han diyar kir û ragehand ku aliyên têkeldar yên hikûmeta Kurdistanê bo cîhbicîh kirina wan daxwazan peywerdar dikim daku bilez ev du daxwazên han cîhbicîh bikin.

Her di vê hevdîtina han de biryar hate dayîn daku komîteyeke hevbeş ji mesîhiyan û hikûmeta Kurdistanê were damezrandin daku karûbarên pêwîst organîze bike.

Back to top button