Cîhan

Urdun duyem welatê erebîye konsolxane li Hewlêrê vedike.

Piştî ku nameya we ya bawerpêkirinê pêşkeşî wezareta derve ya hikûmeta Îraqa federal kirî û di yekem serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê de, Fayîz Xorî konsolosê nû yê konsolxaneya Urdunê ya li Hewlêrê kopiyeke nama xwe ya bawerpêkirinê teslîmî Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê kir û weke konsolsoê Urdunê yê li herêma Kurdistanê hat ragehandin.

Xorî got ku ew hêvîdare ku di dema karkirina xwe ya li herêma Kurdistanê de bikare pêwendiyên navbera herêma kurdistanê û Urdunê bibe di qonaxeke pêşkeftî de û go: ”Eve derfeteke dîrokî ye ku her du gelên dost bikarin ji nêzîk ve ji bona geşkirina têkeliyên xwe bi hev re bixebitin.”

Di dîdarekê de, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve û Fayîz Xorî konsolosê nû yê Urdunê behsa destpêkirina qonexeke nû ya peywendiyên di navbera her du aliyan de kir û tekîd li ser têkeliyên dîrokiyên navbera her du gelên Kurdistanê û Urdunê kir.

Di vê çarçoveyê de Mistefa got ku ew hêvî dike ku vekirina konsolxaneya Urdunê li herêma Kurdistanê bibe sedemê zêdetir pêşxistina têkeliyên di hemû waran de.

Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê biryara hikûmeta Urdunê ya vekirina konsolxaneyê li herêma Kurdistanê bilind nirxand û bi germî pîrozbahî li konsoslosê konsolxaneya Urdunê y ali Hewlêrê kir .

Weke tê zanî di temûza sala 2010ê serokê herêma Kurdistanê serdana Urdunê kir û di dîdareke digel şah Ebdula şahê Urdunêde, biryara vekirina konsolxaneya Urdunê li herêma Kurdistanê hat bû dayîn.

Urdun piştî Misrê welatê diyem yê erebî ye ku bi fermî konsolxane li herêma Kurdistanê vedike.

Back to top button