Urdin: Îran li dijî Barzanî pîlalnan amade dike
Wezîr berê yê ragihandina Urdinê di nivîseke xwe de ku li rojnameya Şerqulewset de weşandiye dibêje ku, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê nexwest herêma Kurdistanê bibe beşek ji stratejîya Îranê li deverê, ji ber vê yekê jî nuha Îran lêdixebite pîlanan li dijî Barzanî made bike ku ew carek din nebe serokê herêma Kudistanê.
Salih Qelab wezîrê berê yê ragehaninê yê hikûmeta Urdinê di nivîsa xwe de, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xulqênerê rasteqîneyê hesta newtewîya kurd wesif dike û dibêje ku, serokê herêma Kurdistanê daxwazên Îranê bi cî neanîn û nexwest bibe beşek ji staratejîya Îranê li deverê û Barzanî rê neda ku herêma Kurdistanê bibe korîdora navbera Taran û Şamê, ji bilî vêna jî, serokê herêma Kurdistanê daxwaza wezîrê derve yê Îranê red kir ku, serdana Şamê bike û digel serokê Suriya Beşar Esed bicive. Di heman demê de Barzanî nexwest Welîd Muelim wezîrê derve yê Suriyê, dema serdana Bexdayê kirî, serdana Hewlêrê jî bike û digel bicive.
Li gor wezîrê berê yê Urdinê ji ber vam helwestên netweyî yên Barzanî, nuha Îran pîlanan li dijî Barzanî ama de dike û ji bona vê armanxwe jî, heyamek berê fermandarê Artêşa Qudis a Îranî Qasim Silêmanî li Qeleçolanê, li Silêmaniyê, digel Hêro Îbrahîm hevjîna sekreterê girşî yê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û Mela Bextyar, Kosret Resûl Elî û Berhem Salih endamên polîtbûroya YNKê civînek pêkanîbû û di wê civînê de Qasim Silêmanî daxwaz ji wan serkirdeyên YNKê kiribû ku, Mesûd Barzanî ji posta wî dûrbixin û piştevaniyê li xwekandîdkirina wî bo posta serokê herêma Kurdistanê nekin, lê belê di civînê de Kosret Resûl Elî û Berhem Salih amade nebûn piştgiriya wê daxwaza Îranê bikin.
Xwediyê nivîsê eşkere dike ku, berî heftiyekê li Silêmaniyê serkonsulgerê Îranê yê herêma Kudistanê digel sernivîskarên 4 rojnameyên ser bi YNK ve û digel nûnerê Hêro Ibrahîm Ehmed û nûnerê hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik civiya bû. Di civînê de çend biryarek girtibûn û yek ji wan biryaran ew bû ku ragenadina YNK û PKKê li ser wê yekê kar bikin ku xelik derkeve ser cade û kolanan û xwepêşandnan bikin ku, careke din Mesûd Barzanî wek serokê herêma Kurdistanê neyê hilbijartin.
Di dawiyê de jî, wezîrê berê yê ragihandina Urdinê tekîd dike ku, eger Îran bi temamî dest dane ser Iraqê, dê rasterast berê xwe bide Herêma Kurdistanê jî û nuha Îran lêdixebite ku şerê birakujiyê li herêma Kurdistanê derxîne.
Çavkanî:Basnews