Cîhan

UNICEF Daîşê çend zarok kûştibe eşkere kir

Rêxistina UNICEF ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ye ragihand ku li van çar salên derbasbûyî da 1.722 hezar û heftsed û bîst û dû zarokên Iraqî bi sedema kirdarên terorîstiyên Da’îşê ve hatine kuştin.

Her wiha UNICEF eşkere kir rewşa niha ya Iraqê ji bo zarokan neguncawe û zarok li ser tundiyê têne mezinkirin beşek ji jinan jî ji êş û janê da dijîn bi taybetî ewên berê ketibûne ber destê grupa terorîstiya Da’îş ku 774 zarok ji çekdarên wê grupê bûn.

UNICEF eve jî eşkere kir ku li êrîşên li ser xwendingehan Da’îş 296 zarok kûştine. li gor hinek amaran jî termê 236 zarokan hatine dîtin. Heman demî de bi sedema kirdarên serbazî jî 79 zarokên din jî hatine kûştin.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button