Cîhan

Ehmed Mîsmarî: Tirkiye terorîstan dişîne

Artêşa Niştimaniya Lîbya dibêje: Tirkiye terorîstên Da’îş ji Suriye dişîne Lîbyayê.

Ehmed Mîsmarî Peyvdarê Artêşa Niştimaniya Lîbya di civîneke rojnamevaniyê da ragihand: Tevgerên dagîrkirina axa Lîbya ji aliyê Tirkiyê ve eşkere bûye û niha jî Tirkiye terorîstên Da’îş ji Sûriye dişîne Lîbyayê da ku alîkariya hêzên Hikumeta Hevpeymaniya Niştimanî bikin û heta niha nêzîkî 3 hezar terorîstên Da’îş bi rêya firokeyên Tirkî gihîştine Lîbyayê.

Her wiha li 19ê vê mehê li Berlîna paytexta Almanya bi amadebûna hejmarek ji serkirdeyên welatan û nûnerên 13 welatên din û nûnerên her yek ji Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpa û Yekîtiya Efrîqa û Komkara Erebî civîneke taybet bi çareserkirina qeyrana Lîbya birêveçû, lê belê heta niha çi bandoreke wê civînê di kirdariyên da nehatiye dîtin.

 

Back to top button