UN / Kurdistan: Rûpelek nû ya zêrîn û dîrokî
Serkeftinên Herêma Kurdistanê: ji bo pêşeroja Kurdistanê û çareseriya pirsa Kurd helkeftinên qayim û bihêz bidest dixe. Di warê siyaseta aborî, civatî, enerjiyê û gelek babetên bîngehîn de Başûrê Kurdistanê, pozisyona demokratîk û modern / nûjen a Kurdistanê radixe ber çavê raya giştî ya cîhanî.
Bêguman di nav van serberziyên Kurdistanê de, rewşa pêşkeftinên di warê diplomasiyê de cîhek gelek girîng: ji bo Kurd / Kurdistanê digrin. Pirsa Kurd ji meydana dîplomatîk a cîhanî ji ber sedemên konjukturel û nexêr bi dehên salan ji aliyê dewlet û platformên navneteweyî ve paşguh hate xistin. Bi zanabûn girîngiya pirsa Kurd / Kurdistanê li ber raya giştî ya cîhanî hate kilîdkirin û pêşî li ber zanîn û zanyariyên li ser doza rewa ya Neteweyê Kurd hate girtin. Xebatên nexêr ên dijmin / dagîrkerên Kurdistanê û konjuktura cîhanî ya di berjewendiyên serdestên Kurdistanê de nehişt ku: Kurd di şanoya cîhanî ya mirovayetiyê de cîh bigrin an jî rola xwe bilîzîn.
Rewşa azadyane û serbixwe ya Herêma Federe ya Kurdistanê, bi taybetî di çarçoweya birêvebirina pergala zîrekane ya siyasî, aborî û dîplomatîk ya Serokatiya Kurdistanê û siyaseta modern a Hukimeta Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, karî di navbeyna 10-12 salan de kilîda nexêr ku derdora pirsa Kurd / Kurdistanê hatibû girêdan bişkîne û ji cîhanê re bide diyarkirin ku : Kurdistan partnerek / hevkarek zanyar, modern, demokratîk, ewle – ji bo cîhana pêşkeftî û demokrat e.
Ger, li herêma kompleks û tevlîhev a Rojhilata Navîn, li pêşerojek ewle, nûjen, demokrat û aştiyane bête hizrkirin, Kurd hevkerek herî girîng a van hemû babetan in. Rol û funksiyona Herêma Kurdistanê rê li pêş projeyên demokratîk li herêmê vedike. Bi dînamizma xwe ya xurt û bîngehîn Kurd di rêzên sereke: di navenda çareseriya pirsgîrekên Rojhilata Navîn û herweha duveroja herêmê de jî cîh digirin.
Seredana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki – Moon ji bo Hewlêr a paytext û hevdîtinên Ki – Moon li gel Serok Barzanî, pozisyona Hewlêrê di qada dîplomatîk a cîhanî de carek din xist rojeva platforma herî girîng a cîhanî de. Ban Ki Moon li Hewlêrê çendîn caran di axaftinên xwe de bêjeyên kurdî bikar anîn. Ev yek jestek girîng ji Serokê mezintir û girîngtirîn rêxistina cîhanî ji bo Neteweyê Kurd / Kurdistanê bû. Li ser navê gelê Kurd, Serok Barzanî li paytext Hewlêrê, carek din ji Ki Moon û cîhanê re jî diyarkir – rojên geş û ronak li pêş Kurd û Kurdistanê ye!…
Stockholm: 15. 01. 2014
Cemal BATUN