Turk:Mirov dibîne ku Bahçelî ji dil e..!
Heyeta DEMê di destpêkê de ji Sirri Sureya Onder û ji Pervîn Buldan pêkhatibû û wan serdana Ocalan kirin. Lê dema destpêkirin ku partiyên siyasî bibînin Ahmet Turk jî tevlî heyeta xwe kirin.
Dixweyê hevce nake ku, mirov behsa kesayeta van hersê figuran bike. Eger heta wek îro ew ji aliyî Kurdan ve nehatibin naskirin û ew wek kesayetên maqul têne dîtin, ev ji bo Kurdan û siyasetmedarên kurd malxirabiya herî mezine.
Vê paşîyê Turk bi daxwaziya dewletê tevlî heyetê bû. Ahmet Turk di çavê Tirkande “kesayetek Maqûlê Kurda ” tê naskirin. Ji bo vê jî girînge ku Turk li gel heyetê be. Dema heyetê li gel serokê MHPê Devlet Bahçelî hevdîtin kirin, piştre jî Turk daxûyaniyek da û behsa samimiyeta Bahçelî kir. Turk ji aliyê xwe de çi bêje raste. Ji ber ku hevaltî û dostbiniya wî Bahçelî ji berê de heye û gelek cara Bahçelî ew ji girtigehê û girtinê xilas kiriye û her demî dema Bahçelî herî giran behsa Kurda dikira jî, Turk ji bo wî kesayetek hêja bû.
Di derbarê hevdîtina li gel Bahçelî de Turk dibêje:
“Bi rastî dema mirov helwesta Bahçelî dibîne mirov şok dibe.
Mirov ferq dike ku ji dil e. Bi rastî gelekî baş pêşwazî kir. Pêwendiyên wî yên mirovî gelekî cuda ne.
Nêzîk û ji dil e. Hinek alî hewl didin vê pêvajoyê ber bi cihekî din ve bikişînin.
Take derdê me ev e, jinûveavakirina biratiya berê ya hezar salî ya Kurd û Tirkan e.
Dostaniya Kurd û Tirkan dê siberoja Rojhilata Navîn diyar bike û dê bibe pêşenga siberojeke demokratîk.
Di demeke wiha de ku em nizanin dê Rojhilata Navîn ber ku ve biçe divê Kurd û Tirk ji nû ve hev hembêz bikin.”
Siyastemdarê Kurd Ahmet Turk di beşeke din a axaftina xwe de ragihand ku wan ti bazar bi kesî re nekirine û got:
“Bazara me ew e demokrasî li vî welatî bibe daîmî. Pêwîstî bi vê yekê heye.
Eger Kurd vê daxûyaniya Turk baş bixwînin û tê bigihin dê pêşerojê de rê li pêşîya destxistina mafên netewî yên Kurda vebe. Na eger vê yekê bihêlin hêviya Turk û hevalên wî ve, pirsa Kurda bi sed saldin dirêj dibe. Turk behsa mafekî yê netewî ji bo Kurda nake. Başê ji bo çi keyfa Bahçelî neyê? dema tu wesfê nijadperestekî bidî ku, ew di çerçoveya akilê dewleta xwe de ji bo parastina dewleta xwe tevdigere û tejî bi awayê dixwaze wek pîyonekî bi kar tîne, çima ne keyfxweş û ji dilbe?
Ev lê lê ye, hê lo lo maye…….!