Polîtîk

Turk: Daxwaziya me Tirkiyek demokratîk û Kurdistanek xweser e

Civîna bi navê Kongereya Demokratîka Civakî piştî civînek du rojan ,îro dawî li kongreya xwe anî. Di kongreyê de meclisek ji 101 kesi hate hilbijartin, gelek endamên DTP-ê yên berê û endamên nû yên BTP-ê di vê meclisê de cig girtine. Herweha Serokê DTP-ê yê kevin Ahmet Turk û Aysel Tugluk wek hevserokên nu di kongreyê de hatin destnîşanhirin.

Piştî ku civîn dawî hat belevokek li ser navê civînê hate belav kirin û ji aliyê Ahmet Turk ve hate xwendin. Turk ragihand ku; “ Daxwaziya me Tirkiyek demokratîk û Kurdistanek xweser e. Emê ji hir pêde ji bo vê yekê kar bikin. Em dixwazin ji bo çareseriya pirsa kurd destûrek bingehîn nûjen amade bibe. Em bangî Dewletê û PKK-ê dikin ku şer bisekinînin. Em dixwazin bila rêya diyalogê li gel Ocalan bê vekirin da ku pirsgirêk çareser bibin.“

 

Back to top button