Polîtîk

Malikî: Kes nikare bêje dema madeya 140ê bi ser çûye

Îro di kongreyeke çapemeniyê ya hevbeş de serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Lîsteya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî naveroka civîna xwe û hewlên dawî yên ji bo pêkanîna hikûmeta dahatû ya Iraqê aşkere kirin.

Serok Barzanî got: “Hatina serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bo Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina li ser rewşa Iraqê û hewlên bo gihîştin bi rêketina li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê baş bû. Ez dikarim bêjim ku gotûbêjên me dostane bûn û li ser wê yekê rê ketin ku ji bo derketina ji wê krîzê em hewlên xwe zêdetir bikin.”

Paşê Malikî di gotara xwe de wiha got: “Ev serdan yekem car nîne belku di navbera me de pêwendiyeke dirêj û dîrokî heye ku vedigere bo serdema xebat û têkoşîna li dijî dîktatoriyet. Em dixwazin ev pêwendî bo xizmeta Iraqê û berhingarbûna gefan berdewam be. Lewra ev serdana me di vê qonaxê de pir pêwîst bû ku qonaxa pêkanîna hikûmetê ye.”

Malikî amaje bi wê yekê jî kir ku divê hemû alî beşdarî hikûmetê bin û di heman demê de berpirsiyarî bigire ser mile xwe.

Paşê li ser pirsa li ser xeta sor a kurd bo Nûrî Malikî, Mesûd Barzanî got: “Kes nikare bi navê min biaxive ku xeta me ya sor bo cenabê wî hebe, belku Malikî birayê me ye û hevpeymanê me ye. Ew nûçe bê bingeh e.”

Derheqê madeya 140’ê de jî Malikî wiha got: “Kes nikare bêje dema madeya 140’ê bi ser çûye, belku madeya 140’ê ku madeyeke destûrî ye, ranewestiyaye. Di nav sê salên bihurî de lîjneyek bo wê mebestê hatibû pêkanîn û budce bo wê hatiye dabînkirin. Di ayîndeyê jî di bicihanîna bendên din wê madeya destûrî de dê berdewam bibe. Hin arîşeyên teknîkî hene, wek meseleya serjimêrî ku biryar e di meha 10’ê ya îsal de bê pêkanîn. Herweha yên ku pêwendî bi diyarkirina sînorê Kerkûkê ve heye.”

Malikî amaje bi wê yekê jî kir ku yên ku dibêjin destûr nivîseke û kesek pêbend nabe, dixwazin Iraqê ber bi qonaxeke xirap biçe, lewra eger destûr neyê bicihanîn û pêbend nebin, paşeroja kesekî nabe.

Paşê serok Barzanî  derheqê destpêkirina gotûbêjên navbera aliyên Iraqê jî wiha got: “Hatina Nûrî Malikî gaveke girîng e bo pêşvebirina gotûbêjan. Bi ya me ji vir û pê de gotûbêj cidîtir dibin û zêdetir diçin nav hûrgiliyên meseleyan.”

Serokê Herêmê derheqê posta serokkomariyê bo kurdan jî wiha got: “Em daxwaza tu tiştekî nakin ku ji derveyî destûrê be û di dema serdana şandeya Koşka Spîde daxwazên bi wî awayî nehatiye kirin ku tawîz li ser posta serokkomarê bikin û em jî daxwazên bi wî razî nabin.”

Barzanî derheqê hewlên ji bo bierebkirina Kerkûkê de jî wiha axivî: “Destûr dibêje, divê ew navçe asayî bin û serjimêrî bê kirin, paşê rapirsî bê pêkanîn. Her gavek bo rêgirtin ji wê prosesê û dubarekirina bierebkirina navçeyê, berevajiya destûrê ye û em wê bi tu awayekî qebûl nakin.”

Li ser pirsa paşdeketina pêkanîna hikûmeta Iraq û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê jî, Barzanî got: “Bi ya min pêkanîna hikûmetê paşdenakeve û hikûmetê dê di demeke nêz de bê pêkanîn. Ev saleke jî dosyeya ewlekariyê di destê iraqiyan de ye. Lewra ez hemû aliyan dilniya dikim ku tirsa wan ji vekişîna hêzên Amerîkayê nebe û Amerîka jî hest bi şiyanên Iraqê kiriye û em amade ne bo wergirtina îdareya asayîşa Iraqê. Meseleya paşdeketina hikûmetê jî tu bandorekî nake bo çêbûna valahî di dema vekişîna hêzên Amerîkayê de.”

Derheqê posta serokwezîriyê de jî Malikî wiha got : “Mafê kesekî nîne rêgirî li kesekî bike ku xwe bo posta serokwezîriyê namzet bike. Paşê çawa ku lîsteyên din pêbendî namzetên xwe ne, Lîsteya Dewleta Qanûnê pêbend e bi namzetê xwe ye. Lewra xwenamzetkirin bo her postekî mafeke bo her iraqiyek.”

Back to top button