Cîhan

Tunis dibe destpêka ruxandina rejîmên ereban

Madya cîhanê rewşa Tunis dinirxîne. Piştî xwepêşandanên di mehekî de pêkhatî û serokê Tunis ji dev desthilatdariya xwe berdayî û revî dervê welatê xwe, gelek nirxandinên cuda çêdibin. Piraniya nirxandinan vê yekê wek destpêka ruxandina rejîmên welatên Ereba dibînin.

Rojnama Amerîkî New York Times jî di vê derbarê de nirxandinek kiriye û dibêje: Em temaşeyê ruxandina welatên Ereb dikin. Di nirxandina xwe de, New York Times balê dikşînê li ser welatên wek, Misrê, Libnanê, Sudan û Tunisê. Herweha li ser rewşa Tirkiye û Îranê jî hatiye sekinadin. Rojnama balê dikşîne li ser hêzbûna partiyên îslamî û taybetî rêxistina Hizbullah di van welatan de.

Herweha rojnama nirxandina xwe de, rexneyê li siyaseta Amerîka ya li herêmê dike, dibêje ku, kemasiyeke Amerîka ewe ku nîzingahiyê li rêxistinên îslamî nake û pişgiriya rejîmên wek Misrê û Sudî Arabistanê dike.

Back to top button