Polîtîk

Tunceli bû Dersim lê ?

Dersim bajareke li bakurê Kurdistanêye. Dewleta Tirk dema komkujiya salên 1937-1938ê li Dersimê kirî, navê Dersim jî guhertin kirin Tuncelî. Lê heta niha jî piranîya xelkê deverê û kurd û litaratora Kurdî de navê Dersimê tê bi karanîn.

Dîroka Dersimê û sosyolojiya xelkê ku li vê deverê henek tevlîhev e. Taybetî di aliyê siyasî de piraniya xelkê deverê li gora rewşa mezhebî tevdigerin û hestên netewî li deverê ne gelek li pêşe.

Bê guman ev rewşa hanî gelek sedemên cuda ve tê girêdan. Beşek xelkê Dersimê ku tevahî kurdin lê kurditiya xwe qebûl nakin. Ew dibêjin ku, Turkmanin û ji Horasanê hatine. Wek minak serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kesek ji wane.Ramana kemalizmê li deverê gelek li pêşe û xelk hij Kemal Ataturk dikin.

Ji aliyek din ve piraniya xelkê deverê Alewîne û îdeolojiya çepitiyê li deverê serdeste.
Herdemî CHPê li herêmê gelekî bi hêze. Di van hilbijartinên dawî de berbijêrê partiya Komunist a Tirkiye bû serokê Şeradariya Dersimê.

Bi biryara Meclisa Şaradariyê navê Tuncelî hate guhertin û cardin navê Dersimê li bajêr kirin. Tê zanîn ku , sala 2005ê pêde bi biryarek ya hukumetê, hêdî gelek dever dikarin navê berê li gund, bajar û deverên lê dijîn bikin. Herweha bi heman biryara hukumetê qedexeya li ser navên Kurdî hate rakirin.

Berê tu kesekî nikariya navek Kurdî li dikana xwe yan jî dezgehekî bike.
Belê niha Tuncelî guhertin kirin Dersim, xwezî helwesta xelkê deverê jî bi navê DERSIMê ve bi gunca û xelk kurd û Kurdistanî bûna û hizrên netewî li herêmê serdest bûya.

Back to top button