Polîtîk

Tugluk diçe Îmralî yê !

Hevseroka KCD û parlementera Kevin Aysel Tugluk ji bo berdewamkirina agirbestê îro diçe Îmralî. Wek tê zanîn doh roja dawî ya agirbesta ku PKK-ê ragihandî bû. Ji bo dirêjkirina agirbestê berpirsên PKK-ê li Qendîl hêviya fermana Ocalanin.

Tugluk îro serdana Ocalan dike û li gel wê rewşa agirbestê dinirxîne. Li gora ku tişta Ocalan bêje  dê PKK-ê helwesta xwe ragihîne. Ihtimalek mezin dê Ocalan bixwaze ku agirbest berdewam be. Ji ber ku tê zanîn hevdîtin di nav Ocalan û hinek dezgehên dewletê de hene. Piraniya tiştan di van hevdîtinan de tê pêkanîn. Piştî Tugluk ji Îmralî vegere dê helwesta PKK-ê jî diyar be.

Back to top button