Civak

Tu hêzek PKKê li Kerkûkê tune

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mein ragihand, ti hêzeke biyanî û PKK li Kerkûkê nîne û tenê Polîsê Kerkûkê û Hêzên Pêşmerge bi hev re rewşa bajêr kontrol kirine. Derbarê êrişên îro yên çekdarên DAIŞê bo ser bajarê Kerkûkê, Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mein beşdarî di rûmala taybet a Rûdawê de kir û zanyarî dan. Seid Mein ji Rûdawê re ragihand, Bexda bi hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê re bo kontrolkirina rewşê li tevahiya bajêr di hemahengiyê de ne. Mein herwiha got: “Ez serxweşiyê li kesûkarên şehîdan dikim. Em li gel Polîsê Kerkûkê di hemahengiyê de ne. Îro terorîstên DAIŞê hewl dan çend êrişan encam bidin bo ser çend deverên nav bajarê Kerkûkê, hewl dan dest bi ser avahiya parêzgar û çend avahiyên din de bigirin. Herwiha êriş kirine ser çend taxên bajêr.” Mein da xuyakirin: “Bi piştevaniya Xweda û bi qehremanîtiya hêzên Polîsê Kerkûkê û Pêşmerge, êrişên DAIŞê rastî şikestinê hatin.” Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê tekezî li ser wê yekê jî kir, ku çekdarên DAIŞê nekarîn dest bi ser ti baregeheke hikûmetê de bigirin û got: “Rê nehat dan ku DAIŞ dest bi ser ti baregeheke hikûmetê de bigire. Hêzên ewlehiyê 30 terorîst kuştine, çend xwekujan jî xwe teqandine. Niha rewşa Kerkûkê bi tevahî hatiye kontrolkirin, tenê çend çekdarên DAIŞê mane. Herwiha amadekarî tê kirin, da ku rê li her hewleke DAIŞê bo êrişkirina ser bajêr bihê girtin.” Derbarê sedema vê êrişa DAIŞê de jîm Seid Mein da xuyakirin: “DAIŞa terorîst pêşbîniya wê yekê kiriye ku dê zirareke mezin bigihîje wê û li Neynewa û Mûsilê dê were jinavbirin, her ji ber wê jî hewl dide êrişeke mezin bike, da ku bale li ser operasyona Mûsilê rake û morale hêzên ewlehiyê û Pêşmerge birûxîne. Lê belê bi piştevaniya Xweda, rewş hatiye kontrolkirin û kar tê kirin, da ku rê li her êrişeke din a wan were girtin.” Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê îdia kir, ku ti hêzeke biyanî li nav Kerkûkê nîne ti hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî li Kerkûkê nînin. Seid Mein got, li hin dezgehên ragihandinê behsa wê yekê hatiye kirin, ku hêzên PKKê li nav Kerkûkê ne, lê ew zanyarî nerast in û ti hêzeke biyanî û ti hêzeke PKKê li nav Kerkûkê nebûne.  
Back to top button