Berpirsê Hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûr û Guwêrê Sîrwan Barzanî ragihand ku heta hemû axa Kurdistanê ji DAIŞiyan neyê paqijkirin dê operasyonên wan jî nesekinin.
Sîrwan Barzanî di çaremîn roja operasyona Mûsilê de ji ragihandinê re rqagihand, “Me êrîşeke berfireh bire ser terorîstan. Niha moralê wan nemaye. Em hemû axa
Kurdistanê ji terorîstan paqij dikin.”
Fermandarê Pêşmerge herwiha behsa giringiya Mûsilê kir û got: “Mûsil ji bo ewlekariya Kurdistanê pir giring e. Gelek kurd, mesihî û gel û ayînên din li vir dijîn.
Lewma jî em pir giringî didin vî bajarî.”
Sîrwan Barzanî diyar kir ku li gorî rêkeftina Bexda, Hewlêr û Hevpeymaniya Navdewletî erk û rola pêşmerge hatiye destnîşankirin û wiha got: “Ti astengiyek
nîne. Pêşmerge bi înîsiyatîf e. Li kê derê pêwîst kir dikare destwerdanê bike.”
Îro pênşemî 20ê Cotmehê û di saetên serê sibehî de, Hêzên Pêşmerge li 4 mêhwerên Naweran, Başîk, Tilsiqof û Bendava Mûsilê operasyonek mezin li dijî
çekdarên DAIŞê dan destpêkirin û di encamê de 9 gund kontrol kirin.