Fermandarekî Pêşmerge ragihand ku îro bi dehan terorîst li eniyên şer hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar in û kelax û termên wan jî li erdê mane.Rayîd Hîwa Şemzînî Fermandarê Pêşmerge ji gundê Umerqamçî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li wî cihê ku em lê bûn ku eniya Başîkê ye, 3 otomobîlên bombekirî hatin teqandin, û gelek ziyan gihîştin DAIŞê.”Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, “gelek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û birîndarkirin û term û kelaxên wan ketine destê Hêzên Pêşmerge û eniyên şer tije termên wan bûne.”
Pêş
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
03/06/2026
Trum Tê Tirkiye
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Koçber vedigerin02/06/2026


