Tu êrîşên nîjadperestan dê nikaribe rê li ber azadîya miletê Kurd bigire

Malbateke Kurdên ji Başûrê Kurdistanê  ku ji Hewlêrê ji bo gerê hatine bajarê Mêrsînê yê Tirkîyeyê, roja 14.05.2021ê  rû bi rûyî êrîşeke nîjadperestên Tirk dibin. Di encamê de yek ji wan bi giranî du kes ji wê malbatê birîndar dibin. 

Li gorî agahdarîyên ku malbata Hewlêrî dane, êrîşkarên nijadperest ji malbatê dipirsin “gelo hûn Kurd in yan Ereb?” Gava malbat dibêjin ”em Kurd in”, yekser  dikevine ber êrîşên wan nîjadperestan.

Lê Walîyê Mêrsînê di daxuyanîya xwe de  meseleyê berovajî dike û wek  şerekî  di encama bûyereke , qezayeke trafîkî de rûdaye nîşan dide.

2 sal berê jî li bajarê Trabzonê yê  Tirkîyeyê grûbeke ji xelkê Başûrê Kurdistanê tûşî êrîşên hinek nîjadperestên Tirkan bibûn û  êrîşker her bê ceza  serbest hatibûn berdan.

Dewleta Tirkîyeyê  ji bo ku her destkeftineke miletê Kurd  têk bide, ji bo ku  rê li ber her destkeftineke  nû ya miletê Kurd bigere , ji alîyekî  li ser her çar perçeyên Kurdistanê êrîşên berfireh dimeşîne; ji alîyekî ve jî  sîyaseteke şowen,  pir alî ya li dijî  Kurdan dimeşîne.

Di encama vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê  pêlên nîjadperestî û dijminatîya Kurdan di nav civata Tirkan de jî gihîştîye asteke metirsîdar û eb jî êrîşên ne mirovane , êrîşên nîjadperestî bi xwe re tîne.Dewleta Tirkîyeyê  berpirsê esasî yê van êrîşan e. 

Rayedarên Dewleta Tirkîyeyê   ji alîyekî ve bi sîyaseta xwe ya li dijî Kurdan van êrîşan teşwîq dikin, ji alîyekî ve jî , meseleyê berovajî dikin û van êrîşan weke pevçûnên  şexsî  yên n di nav du malbatan de rûdaye nîşan didin û dibin piştgirên êrîşker ên nîjadperest.

Em spasîya Baroya Amedê dikin ku di cîh de midaxeleyê vê meseleyê kirîye û li malbata Kurdên Hewlêrî  xwedî  derketîye.

Divê baş bê zanîn ku,  miletê Kurd ê ku bi jenosîden Enfalan û  Helebçeyan , ji tu jenosîdan serê xwe li himberî  zilm û neheqî û nîjadperestîyê netewandîye, dê li himberî  êrîşên nîjadperestên li Tirkîyeyê jî serê netewîne û dê li her çar perçeyên Kurdistanê jî her bigihêje azadîya xwe.

Heger hinek hêzên tarî û nemirov ên Dewleta Tirkîyeyê li dûv planên qirêj yên ku bixwazin gelê Kurd û gelê Tirk bera hevdu bidin de bin, helbete ku miletê ku hişyar e û dê neyê vê provokasyonê. Lê em bangî aştîxwaz, demokrat, azadîxwaz û parastvanên mafê mirovan yên gelê Tirk jî dikin da ku li himberî planên provokatîf hişyar bin û gelê Tirk jî hişyar bikin da ku bila xêrnexwaz negihêjin armancên xwe yên qirêj.

Em vê êrîşa nîjadperest şermezar dikin û bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dest ji vê sîyaseta xwe ya li dijî Kurdan berde û nebin piştgir û alîkarê êrîşkerên nîjadperest.

15.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: