Polîtîk

Tu daxwaziya me ji bo ku bibin parlementer nehatiye rojevê

Îro roja dawiye ku partiyên siyasî listeya berbijêrên xweji bo parlementoya teslimê Dezgeha Bilind ya Hilbijartinê bikin.Wek tê zanin ji berî niha ji bo tifaqek ya hilbijartina hevdîtin di navbera HDPê û Platforma Kurdistanin de pêkhatibûn. Di van hevdîtinan de HDPê tu daxwaziyek siyasî ya Platforma Kurdistanî qebûl nekirîbû. Herweha dema Selahatin Demirtaş û HDPê manifestoya xwe ya hilbijartina dan xûyakirin qet behsa prensîbên ku platformê dayin kifşkirin nekirin.Ji hemûyê girîngtîrên berpirsek yê KCKê Mustafa Karasu da xûyakirin ku, nabe HDP li gel Platforma Kurdistani li ser hinek prensiban tifaqê çêbike.Ji bo van sedeman jî Platforma Kurdistani konferansek rojnemevani de sedemên ku HDPê re hevkarî nekirin ji Raya Giştire zelal kirîbûn.HDPê roja 19ê Gulanê cardin pêşniyarek nû ji Platformê re anin û gotin. Em 21ê Gulanê listeyên xwe teslim dikin. Hun çend parlementaran dixwazin navên wan bidin da em listeyan de cih bikin. Da ku em 23ê Gulanê de civinek rojnemevani de behsa deklarasyona xwe bikin- hun jî li tenişta me rûnin.Li himber vê helwesta HDPê Platforma Kurdistanî bersiva wan da û gotin, armanca me ne ewe ku hun cihê çend parlementeran bidin me. Me dixwest em li ser hinek prensibên netewî havkariyekî ji bo hilbijartina bikin . Lê we qet guh neda vê yekê û we destpêkir ku bazara hêjmara parlementeran bikin. Tu cara daxwaziyek ya Platformê bi vî awayî çênebûye.Ji bo van sedeman Platforma Kurdistanî daxwaziya HDPê qebûl nekir.

Back to top button