Cîhan

Trump û Erdogan axivîn

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê  Tayîp Erdogan pêwendiyek bi rêya telefonê pêkanîn.Axavtina Trump û Erdogan bi telefonê  45 xulekan berdewam kir. Nivîsgehên çapemenî yên herdu serokatiyan daxûyaniyên niviskî dan.Di daxuyaniya Koşka Spî de, behsa nezikîya pêwendiyên xwe û Tirkiye kirin û herweha ev pêwendî wek pêwendiyên dîrokî û dirêj nirxandin. Di daxûyaniyê de hate diyarkirin ku şerê li dijê terorê de herdu alî bi istikrar hevkariyê dikin.Serokê Amerika Trump careke din piştevaniya xwe ji Tirkiye ragehandiye û bi awayek kêfxweş têkoşîna li hember DAIŞ pêşwazî kiriye.Erdogan  ji Trump xwestiye ku, hevkariya serbazî ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rawestîne û di şerê kontrolkirina Reqa û Babê de hevkariyê zêdetir bikin, bo jinavbirina DAIŞê.Ji aliyê xwe xwe ve, Trump û Erdogan guftûgo derbarê navçeya aram li Sûriyê kirin, Erdogan jî daxwaz ji Trump ku bo rûbirûbûna tevgera Gulen û PKKê de hevkatiya zêdetir bi Tirkiyê re bike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button