Trump û Putin dicivin..!
Serokê Amerîkayê ragihand ku, ew dê li Budapêsta paytexta Macarıstan bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive. Lê wî dema wê civînê diyar nekir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truthê nivîsiye ku, ew dê li Budapêsta paytexta Hungarya(Macaristan) bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.
Ev gotinên Trump piştî peywendiyeka telefonî ya bi Putin re hatin kirin, ku wekî peywendiyeka serketî binav kir.
Serokê Amerîkayê amaje jî da: “Me biryar daye ku heftiya bê civînekê ji bo şêwirmendên xwe yên payebilind li dar bixin, û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dê çavdêriya wê civînê bike.”
Donald Trump eşkere jî kir: “Ez û Putin dê li Budapêsta paytexta Hungaryayê bicivin, da ku em bizanin ka gelo em dikarin şerê Rûsya û Ukraynayê bidawî bînin an na.”
Ew herdu serok cara herî dawiyê li roja Înê (15ê Tebaxa 2025ê) li Wîlayeta Alaskayê ya Amerîkayê civiyabûn. Mijara serekî ya civîna wan jî bidawîanîna şerê Ukraynayê û pêşxistina têkiliyên dualî yên di navbera Amerîka û Rûsyayê de bû.


