Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê de li Den Haag a Hollandayê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiya.
Erdogan beşdarî şîva ku ji aliyê Melikê Hollandayê Willem-Alexander û jina wî ve ji bo rêzgirtina serok û hevjînên wan ên ku beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê bûne hatibû dayîn bû.
Serok Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Çek Petr Pavel, Serokwezîrê Îtalyayê Giorgia Meloni û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte li ser heman maseyê rûniştin.
Erdogan û Trump di dema duyemîn serokatiya Trump de cara yekem civiyan.
Desteya Ragihandinê ya Serokkomariyê derbarê hevdîtina di navbera Erdogan û Trump de li Den Haagê daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniyê de dibêje ku, Tayip Erdogan li Den Haagê, ku ew ji bo Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê bû, bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek pêk anî.
Di civînê de têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û DYAyê de, mijarên herêmî û cîhanî hatin nîqaşkirin.