Trump pêşniyara Îranê red dike..!

Hat zanîn ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji pêşniyara Îranê ya ji bo vekirina Tengava Hurmuzê ne razî ye. Piştî civîneke krîtîk li Qesra Spî, tê gotin ku Washington xwe ji pêşniyara Îranê dûr xistiye.
Li gorî ajansên navneteweyî, Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê şert daniye ser rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê û bidawîanîna şer. Pêşniyar dikir ku mijara bernameya nukleerî ji bo paşê were hiştin.
Lêbelê, ev nêzîkatî li Washingtonê nehat qebûlkirin. Rêveberiya Amerîkayê tekez dike ku çalakiyên nukleerî yên Îranê divê di nav peymanê de bin.
Li gorî çavkaniyên ku ji çapemeniya Amerîkayê re axivîne, Trump di civîna li Qesra Spî bi eşkere ji şêwirmendên xwe re gotiye ku ew ji pêşniyara Îranê “ne razî” ye.
Karbidestekî Amerîkî ku ji Reutersê re axivî jî got ku Trump pêşniyar “ji wî re ne xweş” e û derxistina mijara bernameya nukleerî nayê qebûlkirin.
Analîzên di çapemeniya biyanî de tekez dikin ku Trump îhtîmala pêşxistina çekên navokî ji aliyê Îranê ve wekî “xeta sor” e.
Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio jî xwe ji pêşniyara Îranê dûr xist û diyar kir ku pirsgirêka bingehîn xetera çekên navokî ye.
Îran, di pêşniyara xwe ya niha de, armanc dike ku vê mijarê paş bixe, agirbest û normalîzekirina trafîka deryayî dide pêş.


