Cîhan

Trump nameyek din ji Erdogan re rêkiriye

Malpera Middle East Eye ku li Londonê weşanê dike, nameyek din ya serokê Amerikayê Trump ji Erdoganre rêkirî eşkere kir.

Nameya ku Trump ji Erdogan re rêkirî:

“Birêz Serokkomar,

Were em li hevhatinek baş bikin, hun naxwazin bi kuştina hezaran kesan berpirsiyarbin.Ez jî naxwazim ekonomiya Tirkiye ji binîve birûxînim, ku ez dikarim vê yekê bikim. Di dema girtina keşe Bronson de min minakek biçûk a tiştên ku ez bikaribim bikim nîşa we dabû.

Ez ji bo pirsgirêkên we çareser bikim gelekî dixebitim. Hun jî xiyalê dinyayê xirab nekin. Hun dikarin li hevhatinek baş bikin. General Mazlum dixwaze li gel we hevdîtina bike. Niha amadeye ku gelek tavîza bide ku berê nikariya vê yekê bike. Nameya ku ji minre rêkirî niha ketiye destê min de û ez kopiyakî ji werê rêdikim.

Eger hun vê yekê bi awayek rast û insanî bikin,dê dîrok erênî li we binêre. Eger tiştên baş nebin dê heta hetayê wek şeytanekî li we binêrin. Ne kesayetek hişkbin. Ne Ehmeqbin.

Ezê piştre li we bigerim. “

Back to top button