
Serokê Amerika Donald Trump di derbarê statuya Qudsê de helwesta welatê xwe diyar kir. Serokê Amerika Trump li himber çavê cîhanê hemûyê, Quds wek paytextê Îsrail naskir.Di vê derbarê de Trump got: Ez bawerim vêca deme, deme ku em Quds wek paytextê Îsrail nas bikin.Serokên berê wek propagandayek ya hilbijartina behsa vê pirsê kirine.Ez niha vê yekê pêktînim.Gerek me zûtir ev biryar bistanda.Di derbarê pirsgirêka Îsrail û Flistiniya de jî Trump got: Em hêja pişgiriya çareseriya du dewletan dikin. Min ferman daye ku balyozxana Amerika ji Tel Aviv veguhêzên Qudsê.