Rojnameya Daily Mail ya Brîtanî eşkerekir ku Melania Trump xanima yekema Amerîka piştî dawî hatina dema serokayetiyê bi niyete daxwaza cûdabûnê ji Donald Trump bike.
Rojname li raporek da eşkerekiriye ku Melania Trump dema sala 2016 serkeftina Trump li hilbijartinên serokayetiyê da giriyaye û bawer nekiriye, hevjîna wê bibê Serokê welat. Ji ber ku berê niyeta wê ya cûdabûnê ji Trump hebû û ji ber ku Trump bûye serok nekariye wê hengavê bavê.
Melania sêyemîn hevjîna Donald Trumpe. Şêwirmenda Melania dibêje Donald û Melania du odeyên razanê yên cûda li nav Koşka Spî da heye û pêkve ranazin, ew bi kirdarî ji xwe ji hev cûda bûne.