Cîhan

Trump hewla sekinandina ceza kirina Tirkiye dide

Serokê Amerikayê Trump hewla sekinandina cezayên li ser Tirkiye dide. Trump ji bo sekinandina cezayên li ser Tirkiye raporek pêşkêşî Senatoyê kiriye û di raporê de dibêje ku, eger Amerika Tirkiye ceza bike, dê Tirkiye behtir nêzikî Rusya bibe.

Li gora rojnama The Daily Beast , Amerika ji bo kirîna sîstema S-400 ji Rusya dixwaze Tirkiye ceza bike û dide xûyakirin ku, heta Tirkiye ji dev sistema bi karanîna S-400 bernedê , Amerika Tirkiye ji projeya balefirên F-35 dertêxe û tiştên leşkerî nadin Tirkiye.

Donald Trump di rapora xwe ya ji bo Senatoyê rêkirî de dide xûyakirin ku, divê biryara cezakirina Tirkiye bê rakirin û behsa rewşa penaberên Surî li Tirkiye jî dike. Di raporê de dibêje ku, Eger ceza li ser Tirkiye bê çespandin bazirganiya Tirkiye û Amerikayê di derbarê kelûpelên bergiriyê de dawî tê û rewşa Tirkiye di nava NATO yê de jî xirab dibe. Rusya dê gelek bi zanebûn vê yekê bi kar bîne û Tirkiye ji nava Natoyê jî derêxe û bi temamî bide aliyê xwe.

Back to top button