Trump gotina xwe anî cih
DYA êrîşê Suriye kirDYA ji keştiyên cengi yên li behra Spî 56 fuzeyên Tomahawk Cruise avêtin balefirxaneyek leşkeri ya Suriye. Armanca fuzeya balefirxaneyên Şinsar û El Şayrat bû.Ew balefirîn rejima Suriye yên bombeyên kimyawî avêtin Idlibê ji balefirxaneya Şayrat rabîbûn.Li gora agahdariyên medya cîhanê, herî kêm 5 efserên Suriye hatine kuştin û gelek balefirên cengî û helikopter têkçûne.Serokê Amerika Trump di derbarê vê êrîşê de got: Ferman min bi xwe daye.Li Gora daxûyaniya Pentagonê ev êrîş ji bo yek carekî bû. Herweha Pendagon da xûyakirin ku ji berî êrîşê bikin agahdarî dane Rusyayê.Ji bo vê bûyerê Rusya daxwaz kir ku zûtirîn dem Konseya Ewlehiya NY bicivê. Dema rejima Suri êrîşê Idlibê kir û çekên kîmyawî bi karanîn DYA jî konseya Ewlehiyê civand lê Rusya biryara di derbarê Suriye de hatî girtn veto kirîbû.