Trump desthilatdariya Îarail li Golanê pejirand

Serokê Emerikayê Donald Trump bi gava avêtî bû sedemek ku li Rojhilata Navîn pêvajoyek din destpê bike. Trump rewrismekî de ku serokwezîrê Îsrail jî amade bû, belgenameya ku Girên Golanê erdê Îsrail e îmze kir.
Ev helwesta Trump ji aliyê welatên Ereb û gelek welatên din ve wek biryarek li dijê biryarên NY di derbarê pirsgirêka Surî û Îsrail de hate wesif kirin . Herweha van welatan dan xûyakirin ku ew biryara Trump nasnakin.
Lê di bingehê xwe de eve 52 salin ev erdê hanê di bin himayeya Îsrail de ye û Îsrail vê deverê ji bo ewlehiya welatê xwe wek deverek gelek stratejîk qebûl dike. Sala 1967ê dema şerê navbera Îsarail û welatên Ereban de çêbûyî ,ev devera hanê hate girtin û heta niha di destê Îsrail de ye.
Trump bi vê biryarê li ser erdê tiştek neguhert ,lê wek biryarek siyasî helwesta xwe bi awayek stratejik li tenişta Îsrail da xûyakirin.Tê zanin ku ji berî niha jî Emerîka wek welatê yekem bû ku Qudis wek paytextê Îsrail qebûl kir û balyozxaneya xwe weguhazt Qudsê. Helwesta cihanê tu bandor li biryara Trump nekir.
Ev biryar jî gelek hate gutobêj kirin lê di encam de tiştek neguhert.
Serokwezîrê Îsrailê Benjamin Netenyaho di rewrisma îmzakirina vê gelgeyê de spasiya Trump kir û ev biryara Emerikayê wek gavek dîrokî bi nav kir.

Nerîna min :