Berbijêrên Kurd yên serbixwe bi çalakî dixebitin

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, îro digel baranê jî, bêwestan xebatên xwe domandin.

Roja 25ê Adarê, bi çerçoveya xebatên hilbijartinê, Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Mehmet Feyyaz Ekmen, digel Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergun û Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr û komîsyona hilbijartinê, çû serdana karxaneyên tekstîlê.

Di serdanê de Feyyaz Ekmen, bi hezaran karkerên tekstîlê re bi rûbirû têkilî danîn û behsa projeyên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir û pirsên karkeran bersivandin.Herwiha M. Feyyaz Ekmen û şanda pê re esnafên sanaîyê jî zîyaret kir û xwe da nasîn û helwesta Tifaqê vegot.Esnaf û karkerên sanayî û tekstîlê bi awayekî germ pêşwazî Ekmenî kir.

Namzedên serbixwe gav bi gav li Amedê dixebitin; îro jî li Gêl(Eğil), Pîran û Hênê bûnNamzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, roja (25.03.2019) li Navçeyên Amedê, li Egil, Pîran û Hênê li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd , li esanafan û xelkê li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartınê ve di nav bajêr de bilind dibû, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.

Gel û esnafên Egil, Pîran û Hênê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.Li Pîran a kubajarê namzetê Bajarê Mezin ê Amedê Sait Aydoğmuş e, gel pêşewazîyeke taybet û germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.Li Hênê di dema gera li nav gel û esnafan de, baranê dayê lê Tifaqa Welatperwer û Demokrat her xebata xwe ya li nav bajêr de berdewam kir.

Nerîna min :