Trump: Dê DYA Xezayê bigire: Divê Filistînî biçin welatên cîran

Serokê Amerîkayê Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re ku li Qesra Spî mazûvaniya wî kiribû civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist. Trump: “Yekane sedema ku Filistînî dixwazin vegerin Xezeyê ew e ku alternatîfek wan a din tune.” Trump got ku ji bo wan çêtir e ku biçin welatên cîran. Serokê DYA’yê diyar kir ku ew ê Xezayê bi dest bixin û got, “Em ê li Xazayê xwedî derkevin. “Eger hewce bike em ê leşkeran bişînin.
Serokê Amerîkayê Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ku li Qesra Spî qebûl kiribû civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
“Ger ew biçin welatên cîran dê baştir be”
Trûmp destnîşan kir ku Xeze niha herêmeke wêranî ya mezin e ku bi tevahî hatiye rûxandin, Trump got ku,ji bo Filistîniyên li Xezayê dê gelek çêtir be ku biçin wargehên nû yên ku li welatên cîran, nemaze li Misir û Urdunê werin avakirin.
Trump: “Amerîka wê Xazê bigire û em ê li wir karekî bikin. “Em ê xwediyê wê bin û berpirsyar bin ji rakirina hemû bombeyên neteqandî yên metirsîdar û çekên din ên li ser cîhê û rizgarkirina ji avahiyên hilweşiyayî.”
“Tenê sedemê ku Filistînî dixwazin vegerin Xezeyê ew e ku alternatîfek wan a din tune.” Trump destnîşan kir ku li herêmê bi qasî 1,8 milyon Filistînî dê biçin gelek qadên jiyanê yên nû ku li welatên cîran bên avakirin û li wir baştir bijîn.
Trump diyar kir ku li Xezeyê çi hewce bike ew ê bikin û wiha got: “Em ê vê aştiyê misoger bikin û li wir pêş bikevin. “Ew ê bi hezaran karan biafirîne û bibe tiştek ku tevahiya Rojhilata Navîn pê serbilind be.”
“Ez li wir pozîsyonek xwedîtiyê ya demdirêj dibînim.”
Trump der barê pozîsyona muhtemel a Amerîkayê ya li Xezeyê da wiha got: “Ez li wir xwedî helwesteke demdirêj dibînim û ji berku belkî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn îstiqrara mezin çêdibe.”
Trump got ku her kesê ku bi wan re diaxive ji fikra ku DYA bibe xwediyê Xazê û “pêşxistina” wê hez kiriye û destnîşan kir ku ev yek dê ji bo bi hezaran mirovên li wir îstîhdamê biafirîne.
Deriyê şandina leşkeran bo Xezayê vekirî hişt
Ji aliyê din ve Trump di bersiva pirsekê de derbarê îhtîmala çûna hêzên Amerîkî bo herêmê ji bo dabînkirina ewlehiyê li Xezayê, diyar kir ku ew vê îhtîmalê red nakin.
Li ser pirsa der barê îhtimala şandina leşkeran de jî Trump got, “Eger hewce bike em ê bikin.”
Dema ku jê hat pirsîn ku ew ji bo Gazzeyê piştî ku ji nû ve were ava kirin çi xeyal dike, Trump got ku ew xeyal dike ku Xeze bibe cîhek “navneteweyî” ku mirovên ji deverên cûda yên cîhanê lê dijîn.
Trump got: “Ez difikirim ku hûn ê wê bikin cîhek navneteweyî ya bêhempa,” Wê ji çar aliyê cîhanê nûner hebin û li wir bijîn. Helbet wê filistînî jî li wir bijîn. Divê hûn ji dîrokê ders bigirin. Em nikarin rê bidin ku dîrok xwe dubare bike. Derfeteke me heye ku em tiştekî bikin ku dikare awarte be.”
“Ez ê serdana Îsraîl û Xezayê bikim”
Li ser pirsa gelo ew ê serdana Rojhilata Navîn bike yan na, Trump got, “Ez ji Îsraîlê pir hez dikim. Ez ê serdana wir bikim, ez ê serdana Xezayê bikim, ez ê serdana Erebistana Siûdî bikim. Ez ê serdana cihên din ên Rojhilata Navîn jî bikim. Rojhilata Navîn deverek gelek hêjaye pir jîndar e, ji ber vê yekê ew yek ji wan deverên bi rastî xweş e û mirovên hêja hene.”