Cîhan

Trump bê ku bifikire bersiva Erdogan daye

Rojnameya Amerîkî New York Times hevdîtina serokê Amerikayê Trump û Erdogan ya telefonî eşkere kir.  Li gora Rojnameyê roja yekşembê Erdogan bi rêya telefonî pêwendî li gel Trum danî û gotiye ku, emê ji bo rojhilatê Firatê dest operasyonê bikin. Trump jî gotiye ku, başê dê hinge hunê jî hemû berpirsiyariya şervanên DAÎŞê bigrin ser mile xwe.

Demeke Trump hewldide ku ji dev operasyonên dûrê Amerikayê berde û leşkerên Amerikayê vegerin welatê xwe. Lê ev hewldana Trump ji aliyê senatoyê ve tê asteng kirin.

Ji bo vê helwesta Trump, New York Times dibêje ku, naveroka hevdîtina Erdogan û Trump li ser pirsên ekonomik bû. Dema di cihde Erdogan ew daxwaziya ketina rojhilatê Firatê kiriye, Trump jî di cih de bê ku  bifikire bersiva wî daye.

Lê gora rawêşkarên Trump didin xûyakirin , Trump ti soza pişgiriyê ji bo operasyonekî nedaye Erdogan.

Back to top button