TRT6 dest bi weşana soranî dike
Hat zanîn, kanala kurdî ya dewletê ya Tirkiyê, TRT 6, dê meha pêşiya me bi zaravê soranî yê kurdî dest bi weşanê bike.
trt6Rêvebirê weşanê yê TRT6, Fethullah Kirşan, li bara vê yekê ji AKnewsê re diyar kir, têkiliyên Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re di warên siyasî, bazirganî û dîplomatîk di pêşveçûnê de ye, TRT6 jî dixaze di vê yekê rol bilîze û bo vê yekê jî dê nûçeyên soranî jî biweşînin.
Kirşan, wiha domand, “Amadekariyên me ber bi dawiyê ve diçe. Nêzîkî 3 hefteyê din, rojê nîv saetî dê nûçeyên soranî bên weşandin.”
F.KırşanRêvebirê weşanê yê TRT6, da zanîn, serokê Herêma Kurdisatnê, Mesûd Barzanî, di serdana xwe ya Enqereyê de gotiye ku ew li TRT6 temaşe dike û wiha anî ziman, “Me dizanîbû li herêmê li me temaşe dikin lê bihîstina vê yekê ji devê kesê yekemîn, mirov kêfxweş dike.”