Trajediya gundiyên Roboskiyê berdewam e

Xizanî, mecbûriyet, qaçaxî(!), kuştin, binçavkirin,girtin…tardejediya Roboskiyê berdewam e. Rojnamevana Radikalê Ezgî Başaran, di maqala xwe de qala li Enqerê 5 î sibê binçavkirina Ferhat Encû dike. Ferhat Encûyê ku 11 xizm û brayê xwe yê 17 salî hatiye qetilkirin. Gelo çima? Ji ber ku piştî komkujiya Roboskiyê, qeymeqamê ku çûbû gûnd ji aliyên gûndiyên dilsoj ve hatibûn sîlekirin.
Heta niha gellek xort bi vê sedemê hatin girtin. Yanê ne bi kesek sîlekirinê, bi hinceta “bizanebûn teşebûsa mirov kuştinê” ji bo wan 25 sal ceza tê xwestin. Û gellek ciwanên roboskiyê niha nikarên derkevine derveyî gûnd, çimkî derheqê wan de biryara girtinê heye. Ferhat Encûyê ku li Enqerê careke din hat binçackirin jî, ji aliyê dozgeriya Şirnexê ve tê lêgerîn. Encûyê ku berê jî hatibû binçavkirin û berdan, çimkî di dîmenan de, dîmenên qeymeqam sîlekirinê de Ferhat Encû tineye.
Ferhat Encû bi Ezgî Başaranê re peyameke têlefonê dikişîne û dibêje “Ezgî xanim, ez li Enqerê binçavkirî me.”
Ev mafê Roboskiyiyan e; 151 roj, 34 kuştin, kesek be jî berpirsyarek nehatiye diyar kirin. Berde diyarkirin û girtin û edaletê, hîn kesek ji peywirê jî nehatiye avêtin.
Ev jî mafê dewletê ye; qeymeqamek sîle kirin, 25 sal ceza tê xwestin, gellek ciwan hatine girtin, gellek jî tên lêgerîn, û xelata “qeymeqamê salê” dayinê.
Edaleta dewletê a ji bo qeymeqam jî, trajediya gûndiyên Roboskiyê jî berdewam e.
Ezgî Başaran nivîsa xwe wiha diqedîne, “ji bo eşqa Xwedê, kû bêwîjdaniye bêwîjdanî, bes e êdî. Ji Roboskiyiyan re ewqas êdî bes e.”