Dosya

Trafik a hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî gelekî zêdebû

Srokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Ewlekariya Munchenê de yek ji wan kesayetan bû ku, hevtîdînên herî zêde û berhemdar pêkanîn. Di hevdînên xwe de karî bi hemû awayî pirsgirêkên Kurdistan , Iraqk û herêmê bighînê serok, diplomat û berpirsên welatên cîhanê

Beşek ji Hevdîtinên serok Nêçîrvan Barzanî:

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî li gel şêwirmendên Serokê Fransa Emmanuel Macron civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Emmanuel Bonn û Anne-Claire Leujander Şêwirmendên Serokê NY li Konferansa Ewlekariya Munchenê ya Fransa bo Karûbarên Diplomasî kir û di derbarê peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Her du alî li ser pêşhatên emnî û siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê û bandor û encamên aloziyên Rojhilata Navîn li ser navçeyê danustandina bîr û ramanan kirin. Li ser giringiya parastina aştî û aramiyê û nehiştina aloziyên zêdetir li navçeyê hevfikir bûn.

Her du serokan her wiha peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û metirsiya DAIŞê gotûbêj kirin


Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîra Estonyayê pêwendiyan gotûbêj kirin

Îro piştî nîvro li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munchenê de Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîra Estonyayê Kaya Kalas kir.

Li hevdîtinê de behsa peywendiyên Estonya û hevkariyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê ewlehiyê de, rola hêzên Estonya di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê hat kirin û rewşa emnî û siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê jî gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser daxwaza hevbeş a pêşxistina peywendiyan di hemû waran de kirin. Her wiha behsa serdana Serokê Estonya Alar Karîs û şanda pê re ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di nîvê meha Hezîranê de û hevdîtina ligel Serok Nêçîrvan Barzanî ya li Hewlêrê hat kirin. Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê spasiya rola hêzên Estonya li Herêma Kurdistanê kir.

Hevdîtina nêrînan li ser dawîn pêşhatên Rojhilata Navîn, şerê Gaza û Ukraynayê û bandor û encamên wê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.


Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê civiya

Munich, Almanya, 18ê Sibatê, 2024

Îro danê sibê di konferansa asayîşa Munchenê ya Almanyayê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Alîkara Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê bo karûbarên asayişa navdewletî Celeste Wallander kir û tê de behsa metirsiyên emnî yên li Iraqê û rewşa aloz a Rojhilata Navîn kirin.

Her du alî li ser giringiya aştî, ewlehî û aramiya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina navçeyê hevfikir bûn. Her wiha bal kişandin ser metirsiya îhtîmala zêdekirina şerê Xezeyê li navçeyê û tekezî li ser giringiya dûrxistina Iraqê ji aloziyên derve û giringîdan bi şerê dijî terorîzmê û metirsiya DAIŞê kirin.

Her wiha di hevdîtinê de behsa encamên nerênî yên armanckirin û êrişkirina hêzên hevpeyman li Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku divê pêşî li kiryarên ku ewlekarî, îstiqrar û serweriya welêt dixin xetereyê bên girtin.

Serokomar û Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê her wiha li ser hevkariyên ewlehiyê yên di navbera Amerîka û Iraqê de di çarçoveya rêketinama stratejî ya di navbera welatên wan de gotûbêj kirin.


Serok Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Kongreya Amerîkayê civiya

Di sêyem roja konferansa asayîşa Munchenê de, Serok Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Kongresa Amerîkayê bi serokatiya endamê kongreyê Michael Turner civîneke berhemdar pêk anî.

Di hevdîtinê de behsa çend mijarên girîng ji wan peywendiyên dualî yên navbera Amerîka û Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin. Di civînê de her wiha gotûbêjên berdewam ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyên pêwendîdar hatin gotûbêjkirin.

Şanda Kongresa Amerîkayê tekez li ser piştevaniya xwe ya berdewam bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser giringiya hevpeymanî û şirîkatiya wan li navçeyê kir. Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Kongreya Amerîkayê kir ji bo piştevaniya berdewam bo her yek ji Iraq û Herêma Kurdistanê.

Her wiha di hevdîtinê de li ser metirsiya berdewam a terorîzmê li navçeyê û mijarên din ên berjewendiya herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi Yekîtiya Ewrûpayê heye

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 17.02.2024ê di çarçoveya bernameyê xwe da li Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê digel birêz Joseph Borrell Cîgirê Serok û Berpirsê Payebilind yê Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê yê Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê civiya.

Di civînê da, her du aliyan behsa gef û metirsiyên li ser ewlekarî û aramiya Rojhilata Navîn û bandora wan li ser welatên navçeyê, bi taybetî jî li ser Iraqê kirin û tekez li ser pêwîstiya rêgirtina li berfirehbûn û zêdetir alozbûna rewşê kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku, aramî û îstîqrara Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo tevahiya navçeyê girîng e û nabe Iraq bikeve di nav pirsgirêk û aloziyên navçeyê da. Her wiha amaje bi wê yekê jî kirin ku, êrişên li dijî hêzên hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê û bertekên wê, ewlehî û aramiya Iraqê dixe metirsiyê da.

Birêz Borrell dûpat kir ku YE pêdagire bi alîkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê bo parastina ewlehî, aramî û geşepêdana welat di hemû waran da, bi taybetî ji bo bihêzkirina şiyanên wan yên di warê ewlekarî û berevaniyê da.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya rola diyar û berçav ya welatên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û berdewamiya piştevaniya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêdivî û girîng zanî.

Back to top button