PolîtîkRojev

Tiştek nikare îrade gelê Kurdistanê têkbibe

Serok Barzanî bi minasebeta 51emîn salvegeran rêkeftina 11ê Adarê, peyamek belav kir û da xûyakirin ku;înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin û bingehên destûrî û yasayiyên di derbarê mafên gelê Kurdistanê bi tu awayekî îradeya gelê me ya ji bo wergirtina mafên wê yên rewa naşkîne

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi bilindiyê ve bîranîna pêncih û yek saliya rêkeftinnameya Adara 1970 dikîn ku berhemê xebat û têkoşîna gelê me ya li şoreşa mezina Eylûlê bû. Girîngiya rêkeftina yanzdehê Adarê li wê yekê da bû ku yekem car bû Hikûmeta Iraqê bi awayeke fermî beşek ji mafên rewayên gelê Kurdistanê pejirand û ewe jî hate selmandin desthilatdarên Iraqê li rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.

Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û yekrêziya şoreşger û niştimanperweran bi serkirdayetiya Barzaniyê Nemir bû, Hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bê ser mêza danustandinê û maf û destkefteke dîrokî ji bo gelê me bê tomar kirin.

Her çend e rêkeftinnameya yanzdehê Adarê di dawiyê de ji aliyê rejîmê ve hate binpêkirin lê belê ew destkeft derbasgehek bû ji bo qonax û hengavên mezintirê xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.

Di vê bîranîna pîroz de di demek de ku tekez li ser peyama aştîxwazî û pêkvejiyan û diyaloga gelê Kurdistanê dikîn, bi bîra hemû aliyek jî tînîn, înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin û bingehên destûrî û yasayiyên di derbarê mafên gelê Kurdistanê bi tu awayekî îradeya gelê me ya ji bo wergirtina mafên wê yên rewa naşkîne. Gelê Kurdistanê ezmûneke dûr û dirêj ya xebat û hişyarî û kolnedanê heye û gelek bi başî mafên xwe dinase û destberdarê wan nabe.

Mesûd Barzanî
11.03.2021

Back to top button