
Tifaqa 6 qolî, ango Tifaqa Millet a ku li dijî Erdogan hatiye ava kirin û gelek kes hêvîya xwe pê girê daye, bername û daxwazên xwe bi awira gelemperî re par vekir. Di bername û daxwazên tifaqa 6 qolî de behsa xal û armancên ku wê desthilatdarîya piştî Erdogan (heger qezenc bikin) pêk bîne hatiye kirin.
Di bername û daxwazên tifaqa 6 qolî de wek her partîyên sîstemê qet behsa Kurdan û heq û hiqûqê wan nehatiye kirin. Wek her partîyên nîjadperest ên dewletê, partîyên ku di Tifaqa Millet de cîh girtine jî wek ku “cin ji hesin bitirsin“ ji Kurdan tirsiyane û xwe nêzîkî Kurdan û mafên wan nekirine.
Êdî ji partîyên sîstema Tirk re bûye adetek sereke. Berî hilbijartinê wê bi gotinên şahîk û girover hinekî behsa hebûna Kurdan û zimanê wan bikin, xwe li ber dilê wan şîrîn bikin da ku Kurdan bixapînin û deng û rayên wan bistînin. Lê gava mijar tê ser rastîyê, kerr û lal û kor dibin û weke ku Kurd tunebin, behsa wan nakin. Partîyên Tifaqa Millet di ragihandina bername û daxwazên xwe de carek din rûyê xwe yê nîjadperest û dij Kurd eşkere kirin. Di bernama xwe de ne behsa Kurdan hatiye kirin, ne jî behsa guhertina zagon û makzagonên ku rê li ber wan digirin.
Du partîyên ku serê Tifaqa Millet dikşînin yek CHP û ya din jî ÎYÎ partî ye. CHP ango Partîya Xelkê, partîya M.Kemal Ataturk e ku ji serî de destê wê di qirkirina Dersim û Kurdan de heye û zagon û makzagonên ku înkara Kurdan dikin jî zagonên wê bi xwe ne. Yanî, her çiqasî AKP û Erdogan bist sal in desthilatdar bin jî, di bingeha xwe de sîstema dewletê li ser zagon û makzagonên Ataturk û CHP bi rê ve diçe. ÎYÎ partî ji partîya nîjadperest MHP cuda bûye û cêwîka MHP ye. Seroka ÎYÎ partîyê Meral Akşener di salên 90 î de Serokwezîra Tirkiyê bû û di bin serokwezîrtîya wê de 17 hezar Kurd wek faîlî meçhûl (faîlên nenas) hatin kujtin ku piranîya wan Kurdên welatperwer bûn.
Gava meriv rewş û helwesta CHP û ÎYÎ partîyê tîne ber çav û neyartîya wan a li dijî Kurdan dibîne, bername û armancên wan jî ji me re xerîb û beyanî nayên. Herdu partîyên ku li ser neyartî û înkara Kurdan hatine ava kirin, doh jî tê hêvî nedidan Kurdan, îro jî nadin û wê sibê jî nedin. Heta ew xal û xetên sor yên ku di zagon û makzagonên wan de rê li ber hebûna Kurdan digirin neyên guhertin, heta sîstema ku Tirkbûn û Tirkayetîyê li ser Kurdan ferz dikin neyên rakirin, wê tu partîyek sîstemê hebûna Kurdan qebûl neke û rêzê ji nirxên Kurdan re negire.
Birastî meriv difikire, gelo piştî eşkerekirina bernameya ku tê de behsa heq û hiqûkekî herî piçûk jî ji bo Kurdan nehatiye kirin, Kurd deng û rayên xwe bidin Erdogan ne mafdar in!
Nûçe / Analîz