Berpirsê buroya ENKSê li herêma Kurdistanê, amaje bi vê yekê dike ku Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) bê ku ti sedemekê nîşan bide endamên me digre û takbûnê li rojavayê Kurdistanê birêve dibe.Berpirsê buroya ENKSê li herêma Kurdistanê Xalidi Elî doh ragehand ku: ‘’Çend rêveberên me ji aliyê PYDê ve hatine desteserkirin, lê piştre bê ku serî li zagon û dadgehê bidin azad kirine, çawa bê dadgeh girtibûn, piştre jî berdan û me pirs kir, çima hatine girtin, wan endamên me gotin, PYDê nekarî ti tiştekî li ser ispat bikin.’’Herwaha got: ‘’Li Efrînê jî PYDê endameke me yê din jî girt, bê ku ti tewanekî kiribe girtin, tenê tewanê wî ji ber endamê ENKSê bûye desteser kirine.’’û dibêje ‘’Em ji gef û giwaşên PYDê natirsin, tiştê naha PYD dike, heman ew tiştê rejîma Baas dikir ew e.’’